Netanyahu: Artêşa Îsraîlê wê li beşeke mezin a Xezeyê bimîne
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu diyar kir ku artêş wê li 'beşeke mezin' a Şerîda Xezeyê bimîne.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu diyar kir ku artêş wê li 'beşeke mezin' a Şerîda Xezeyê bimîne.
Netanyahu piştî sedana roja Sêşemê ya li Washingtonê peyamek bi dîmen parve kir.
Netanyahu got, "Em ê dîlgirtiyên xwe hemûyan bi saxî werbigirin, artêşa me wê li beşeke mezin a Xezeyê bimîne."
Serokwezîrê Îsraîlê beriya bi rojekê piştgirî dabû plana aştiyê ya Serokê DYE'yê Donald Trump a ji bo bicihikrina hêza aramiyê ya navneteweyî.
Lê belê Netanyahu li ber redkirina Hamasê ya şert û mercan rabû û got, "Em ê destûrê nedin ku artêş vekişe û Hamas jinûve xurt bibe. Bi vî rengî wê nebe."